Serok Barzanî roja pêncşemê, 10.1.2019’an, pêşwazî li Şandekê ji serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û nivîsîngeha wê ya pêwendiyan kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhatên dawî yên li Sûriyê û guhertinên li ser erdê nirxandin, û bi taybetî tirs û gefên li ser navçeyên Kurdan li Sûriyê, û herwiha guhdana xwe bi gelê Kurd li Sûriyê diyar kir, û tekez kir ku ew dê berdewam bimîne di bizavên xwe yên diplomatîk de ji bo kêmkirina metirsiyan li ser gelê kurd û çarenivîsa wî li Sûriyê, û dilxweşiya xwe nîşan da li hemberî rola ENKSê di pêvajoya danustandinên siyasî de, û nêrîna wê derbarê siberoja Sûriyê û çareserkirina doza kurdî di vî welatî de.
Serok Barzanî tekezî li ser bihêzkirina têkiliyan û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyan de kir, ji bo çesipandina aştiya navxweyî û pêkvejiyanê û parastina navçeyê.
Û ji aliyê xwe ve şanda ENKSê li ser navê Encumenê û alîgirên wê, supasiya Serok Barzanî kir li ser ku ew herdem piştevan û xemxwarê gelê Kurd li Sûriyê ye, Herwiha nêrîna xwe ji serok Barzanî re pêşkêş kir, û rola Encuman di desteya danûstandinan de û pêwendiyên ligel hin dewlet û aliyên pêwendîdar şirove kir.
Di hevdîtinê de ENKS ronî da ser pêşhatên dawiyê yên li ser erdê û trajediya gelê kurd li herêma Efrînê û rewşa bi tirs ya gelê kurd li herêma rojhilatê Firatê tê de dijî, Her weha pêwistiya karê bi berpirsîyarî ji bo nehêlana metirsiyan bi awayekî ku bikeve di berjewendiya aştî û aramiyê û doza netewî ya gelê kurd de, û ENKSê bi rola xwe rabe ji bo dabînkirina xwestekên vê qonaxê, di van guhertinên bilez yên li ser qada Sûriyê bi giştî dibin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê