Di çarçoveya hevdîtin û serdanên ku şanda serokatiya Encumena Niştimanî Kurdî a Sûrî li Kurdistanê pê radibe, şanda serokatiyê serdana kampên “Kore Kosk” û ” Dara Şikran ” yên penaberên Kurd ên Sûrî li Hewlêrê kir, şanda Encumenê bi amadebûna hejmaek ji nûnerên Encumena Niştimanî li Herêmê du semînerên vekirî bi penaberên li kampan lidar xistin.
Serokê Encumenê encamên hevdîtinên şandê bi serokê herêmê re ji penaberan re veguhestin, û rewşên ku milletê Sûrî li Sûryayê tê re derbas dibe bi wan re parve kirin, herweha siyseta Encumena Niştimanî Kurdî piştî kongirê wî ê sisyan şîrove kir, û Biro behsa mijara koçkirin û mişextiyê ji ber siyasetên ku desthilatên neçar pêk tînin jî kir, û reva wê ji cîbicîkirina peymanên ku bi Encumena Niştimanî Kurdî girêda bûn, û neqebûlkirina vegera hêza Pêşmerge a Kurdên Sûrî bo berevaniyê di ber deverên Kurdî de dijî êrîşên tirorist bike.
Şanda Encumenê li nerîn û pêşiniyarên penaberan û gazindeyên wan jî guhdarî kirin, û pirsgirêkên ku gazinan jê dikin û awayên çareserkirina wan bi hevrêziya bi aliyên desthilatdar di hikûmeta herêmê de bi wan re gotubêj kirin. Şandê spasiya helwestên Herêma Kurdistanê û rola Serokê Herêmê Mes`ûdê Barzanî di çavdêriya penaberan de – tevlî rewşên ku tê re derbas dibe – kir.
Hêja ye gotinê ku şanda Serokatiyê a Encumena Niştimanî Kurdî ku serokê Encumenê ” Birahîm Biro” û endametiya (Fesla Yûsif, Ehmed Sîno, D. Hejar Hisên, û Xelîl Husam) pêk tê, serdana Herêmê bi vexwendek fermî ji Serokatiya Herêmê serdana Kurdistanê dike, hevdîtineke bi serokê Herêmê re Mes`ûdê Berzanî re roja çarşemba bûrî 5/8/2015an lidar xist, pê re pêşhatên siyasî û leşkerî ên dawî li deverên Kurdî li Sûryayê û rewşa giştî û rewşa jiyana welatiyan gotubêj kirin, herweha gefên ku milletê Kurdî rastî wan tê û pêwistiya yekirina tevgera kurdî û lihevkirina di navbera aliyên siyasî kurdî li Sûryayê.
Piştî wilo şand bi nûnertiya Encumena Niştimanî Kurdî li Herêmê re rûnişt, tekezî li ser pêwistiya hevrêziya hevbeş di navbera Serokatiya Encumenê û nûnertiya Herêmê de hat kirin, û pêwistiya kirina çalakiyên meydanî yên aştiyane di hindirê Sûryayê û derveyî wê de , û dana giringiya mezin bo tevgera diblomasî a Encumena Niştimanî Kurdî di warê navdewletî , û hevrikiya Sûrî de, û bihêzkirina têkiliyê bi Hevbendiyê re.
Jêder: Hevbendî