Di navbera 10 xulekan de bajarê Qamişlo roja Duşemê 11-11-2019 rastî sê teqînên xwekujî hat.
Jêderna ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo ji alavên ragihandinê re esker kirin ku di encama wan teqîna de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 30 kesî birîndar bûn.
2 ji Teqînên Qamişlo li ser kolana Elwehdê ya di nav bajar de rûdan, û ya sisiyan li nêzî xwaringeha Ebû Delîl rûda.
Hêjaye gotinê ku hersî teqînan ziyaneke mezin gihand deverên ku teqîna lê rûda û di heman demê de metirsiyeke mezin di nava bajêr de û li cem welatiyan peyda kir.
Tê zanîn ku ta amadekirina vê Nûçeyê tu aliyan ew teqîn li xwe negirtine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî