Şelal Gedo endamê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û endamê Rêveberya ragehandinê di hevpeyvînekê de li gel kenala (ARK/Zagros), diyar kir kû Hevbendiya Nişimanî ne li dijî mafê Miletê Kurd e li Sûriyê.
Gedo berdweam kir û got: me wek ENKSê belgenameyek li gel Hevbendiyê imze kiriye, ew belgename ji 13-14 xalan pêkhatiye û mafê Gelê Kurd û çareserya kêşya kurdan û nerîna ENKSê Ji bo pêşeroja sûriyê têde diyar bûye, lê tiştê kû bûye cihê nakokiyê di navbera ENKSê û Hevbendiyê de ew e, çaxê Ku belgename hate imzekirin li ser babeta federalîzmê û ne navendîyê, me li hev nekiriye û ew jî me wek mafekî xwe parastiye ku em di hundirê Hevbendiyê de berevaniyê di ber nerînên xwe de bikin ku sûriya pêşerojê sûriyeke federal be. lê carna tevlîhevî li cem miletê me çêdibe , dema kû endamek ji rikberya sûriyê gotineke xerab li ser kurdan dide, xelkên me dibêjin ev nerîna Hevbendiyê ye , ez dixwazim bêjim ku hemû rikberyia sûriyê ne Hevbendî ye, gelek kes ji opozisyona sûriyê di kenalên ragehandinê de diaxivin û nerînên xwe yên şofînî beramberî miletê Kurd dibêjin û xelkên me dikevin bin bandora vê yekê de, wek van kesan ne di nav Hevbendiyê de ne.
Li ser pirseke ARKê kû ENKSê ta niha çi daxwazên Kurda bi dest xistine di nav Hevbendiyê de? Gedo got: daxwazên gelê Kurd û mafên wî wê ne Hevbendî bide, divê ku rewşa Sûriyê çareser bibe û her wiha pêşeroja sûriyê Diyar bibe , heta ku di destûra nû de kurd bibin xwedî maf , yanî mafê Kurdan mafekî destûrî be û di destûrê de bête nivîsandin.
Li ser hêza leşkerê Roj û ne beşdarbûna nûnerên wan di civînên Asîtana de, Gedo got : nûnerên pêşmergeyên Roj nikarin li Asîtana amade bibin ji ber ku şert û mercên kongirê Asîtana ewe , hêzên li ser erdê beşdar dibin, Gedo berdewam kir û got: mixabin PYD derbasbûna wan qedexe dike, eger pêşmergên me li ser erdê bana û bervanî di ber xaka û miletê Xwe de kiriba bê goman wê nûnerên wan di Asîtana de beşdar bibana, lê ev kiryarên PYD yên qedexekirina pêşmergan dihêle ku kesatiya kurdî li paş bikeve û dihêle nûnerên hêzên kurd di civatên navdewletî de beşdar nebin.
Li ser xalên sereke yên civîna nû ya Cinêvê, endamê Hevbendiyê da diyarkirin kû di vê gera were ya Cinêv de ya kû wê di 15ê Heyvê de yan taliya heyvê de dest pê bike, wê tu gavên nû neyên avêtin , û got mesela Sûriyê , nema karê Opozisyonê ye û ne jî karê rêjîmê ye, bêhtir bûye meselek navdewletî, û ketiye destê welatên gewre de bi taybet Rûsiya û Emerîka , û heta ku rêkeftinek di navbera wan de çênebe tu çareserya sîyasî li sûriyê nayê dîtin , û dibe ku cinêv her berdewam be , ji bo ku tayê danûstandinan di navbera herdu alîyan de neqete û berdewambûn hebe baştir e..
û li ser girtina heval û alîgirên ENKSê û partiyên wê û rojnamevan û çalikvanan û rewşa xerab ya gel ji ber kiryarên PYD, endamê Hevbendiya niştimanî Şelal Gedo diyar kir kû nûnerên ENKSê di nav Hevbendiyê de, di her civatek xwe de bi balyoz û endamên perlamanên dewletên cîhanê re û şandên hikûmetan re ên ku ew serdana wan dikin yan jî ew serdana Hevbendiyê dikin, mesela girtîyên xwe û astengîyên kû PYD ji miletê Kurd re çêdike û her wiha derbarê nivîsgehên Encûmena Niştimanî Kurdî û partiyên wê ku ji aliyê PYD ve têne girtin û şewtandin, dighînin wan, û dehên caran şandên Emerîka re gotine , û bersiva wan tim ewe ku pêwendîyên wan bi PYD ê re tektîkîne û demkîne heta ku karibin Daişê tune bikin , yan jî bi kêmanî Reqa rizgar bikin , lê bidû wê de dibe ku tiştne nû çêbibin.
Jêder: Beşê Kurdî Di Rêveberiya Ragehandina Hevbendiyê De – ARK