Serjimêrekê ku ji hêla nivîsgeha ragihandinê di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî de, diyar kir ku êrîşên Rûsî û Iranî li erd û azman di dema sê hefteyan de, ji sîhê heyva Ilûn/ Sebtembera bûrî de, bûn sedema şehîdbûna 1229 welatiyên Sûrî, ji wan 125 zarok û 89 jin.
Herweha serjimêriyê diyar kir ku hejmara qurbaniyan a mezin li Helebê hate tomarkirin, û 402 welatî lê şehîd bûn, piraniya wan ji ber bumbebarankirina Rûsî a azmanî bûn, dûv re Şam û Gundewarên wê bi 207 şehîdan, pişt re parêzgeha Humsê bi 192 şehîdî, li bajarê Der`a 122, û li Hema 105 kes şehîd bûn.
Roja didwê Cotmehê/ Oktobera îsal di hejmara qurbaniyan de bilindtirîn e, ku 152 Sûrî li ser destê hêzên dagîrker şehîd bûn, dûv re roja (15 Cotmehê) ku 104 Sûrî şehîd bûn, û roja (19)Cotmehê ku 100 Sûrî şehîd bûne.
Jêder: Hevbendî