Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, serjimêriyek amade kiriye û têde xuya kiriye ku êrîşên destdirêjiya Rûsî û Îranî yên bejayî û esmanî her ji roja 30ê heyva êlûna bûrî û heta niha bûye egera şehîdbûna 878 welatiyên Sûrî 86 ji wan zarok in û 65 jin in.
Serjimêriyê daye xuyakirin ku mezintirîn hejmara qurbaniyan li parêzgeha Helebê bû û şehîdbûna 301 welatî hatiye tomarkirin, piraniya wan bi bombebarankirina firokên Rûsiya şehîd bûne, paş re parêzgeha Humisê hat bi 142 şehî , û Şam û gundewarê wê bi 137 şehîdî û li Der’a 100 şehîd û li Hema 94 şehîd.
Hêjaye gotinê ku duwem roja çêriya pêşîn/oktober hat pejirandin bi bilindtirîn hejmara qurbaniyan, ku tê de 152 sûrî hatin şehîdkirin li ser destê hêzên dagîrker, û paş re roja duhî hat ku têde şehîdbûna 104 Sûriyan hat tomarkirin.
Jêder:Hevbendî