Serokatiya Herêma Kurdistanê Bi Tundî kiryarên kirêt ȗ ne mirovahî yên derheqê xelkê me li Efrînê tên kirin şermezar kir, ȗ ji civaka navdewletî ȗ aliyên eleqedar xwest ku li gor asta pirsyariyê bin hemberî bajarê Efrînê yê xweragir, ȗ hewldanên jidil bikin bo dorpêçkirina wê vekin.
Di daxuyaniya serokê herêmê de ku duh Duşembê 7/12/2015an derket hat:” Ji demeke dirêj de bajarê Efrînê ketiye ber dorpçkirineke leşkerî ȗ aborî ya dijwar de ji hêla rêxistinên tundrew mîna Cebhet El- Nesra ȗ yê din, ȗ ji berya hefteyekê ve ev dorpêçkirin dijwartir bȗye, ȗ ne tenê wilo, lêbelê dest bi bumbebarankirina gund ȗ bajarokên Efrînê kirin, di demekê de ku civaka navdewletî bi peydakirina çareyekê ji qeyrana Sȗrî re ȗ rawestana kuştinê li vî welatî mijȗl e.”
Serokê herêma Kurdistanê ji rêxistinên xêrxwaz ên navdewletî xwest ku pêdiviyên jiyanê yên sereke bighînin ȗ kerîdorek mirovahî bo parastina xelkên deverê vekin.
Serokatiya herêmê di dawiya daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi êşa xelkên Efrînê yên xweragir anî ziman, ȗ ragihand ku çi tiştekî ji dest wê derkeve wê ji Efrînê re bike.
Jêder: Hevbendî