Îro 22 nîsanê li bajarê Qamişlo bi helkefta cejna rojnamegeriya Kurdî nivîsgeha ragihandinê a Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS simînarek bi rêve bir.
Li ser banga wê nivîsgehê hejmarek ji siyastmedar û endamên xwecihiyên ENKS û rewşenbîran amade bûn , têde Ebdulsemed Xelef Biro endamê desteya serokatiya ENKS li ser rola giring ya ragihandinê axivî.
Di heman simînarê de nivîskar Konê Reş li ser dîroka rojnamegeriya Kurdî bi şêweyekî berfireh axivî, ku ji berî sed û bîst salan yekemîn rojnameya Kurdî li paytexta Misrê Elqahîra hate weşandin.
Konê Reş di heman mijarê de behsa rola malbata Bidrxan di warê ziman û rojnamegeriya Kurdî de kir.
Tê zanîn ku di 22 Nîsana sala 1898an de yekemîn rojname bi zimanê kurdî li Qahîra paytexta Misrê ji hêla Miqdad Bedirxan ve hate weşandin. Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê