Artêşa Sûrî ya Azad û ketîbeyên şoreşê îro sibehê careke din 4 gundên Çiyayê Tirkuman li gundewarê Laziqiyê kontrol kirin, piştî şerin dijwar bi hêzên rêjêma Esed û milîtanên regezperest yên pişgirên wî re, di encamê de şoreşgeran bidehan ji hêzên Esed kuştin û birîndar kirin û dîl girtin.
Ketîbeyên şoreşgeran êrîşek birin li ser hêzên rêjîmê li gundê Alhor li gundewarê Laziqiyê, di encamê de Şebîha milîşya hatin qewitandin û dest hat danîn li ser 2 tangan û erebeyek BMB û reşaşek 14.5, û kuştin û birîndarkirina hejmarek ji hêzên Esed û dîlgirtina 6 enndaman efserek jî di nav wan de heye.
Her weha şoreşgeran careke din gundê Xenîmiyê li gundewarê Laziqiyê kontrol kir, piştî ku berê ew hêla eniya şer bûn di orta şoreşgeran û hêzên rêjîmê de.
Û şoreşgeran karîne gundê Beyt Mîro rizgar bikin piştî pevçûnên dijwar bi hêzên Esed re li wî gundî, di encamê de efserek bi pileya Eqîd hat kuştin tê gumankirin ku ew serokê helmetê bû, û hîn jî şer li wê deverê berdewam e û şoreşger pêşde diçin û hêzên dijmin paş dikevin, tevlî piştgiriya asîmanî ya ku dijminkariya Rûsî ji wan re dabîn dike.
Jêder : Hevbendî