Artêşa Sûrî ya Azad piraniya bajarê Idlibê kontrol kirine. Ev bû çend roj şerine dijwar di navbera wan û Artêşa Rêjîmê û Çeteyên bi Rêjîmê ve girêdayî de heye.
Li bin bombebarana Firokên cengî û yên Perwane ko Bermîlên Teqîner li Herêmê bikar tînin.
Şoreşgeran destê xwe danîn ser bargeha Kazîtîn û Mesakin û Sûka Hal û Mithef nêzîk zîviranoka Mihrab Rojhilatê bajarê Idlib.
Her wiha Şoreşgeran dest danîn ser kolîca çandiniyê û Taxa Bakur û Avahiya Berîd Elsewra û Zîviranoka Mutenebî û ya Elkura û ya See’tê û Avahiya Elmirûr û Cinaiyê û Kolîca Mafnasiyê li hundirê bajarê Idlib û Rêbenda Cîdar Başûr Rojavayê Idlib û hêj Şoreşger berdewam in û hêzên Esed û Çeteyên wî yên mezhebperest bi paş ve direvin.
Her wiha Şoreşgeran gelek alavên leşkerî û çek û cebilxane bidest xistine û Şoreşgeran bargehên hêzên Esed yên nêzîkî leşkergeha Elqermîd bi Şeşarên giran amanc kirine. Digel wê jî Şoreşgeran ragihandin ko şerê pakkirina Herêma Mu’terem Rojavayê bajarê Erîha li Gundewarê Idlib ji hêzên Esed û Çeteyên wî dest pê kir.
Jêder: Hevbendî