Dîsa şoreşgerên Der’a duhî çarşembê li ser dîwarên bajêr hevokên li dijî rêjîma Esed nivîsandin, piştî çend rojan ji derketina xwepêşindanan li nava bajêr, û tekez dikin ko şoreş heta rûxandina rêjîmê berdewam e.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilrehman Mistefa, tekez kir ko Şoreş ranaweste, û miletê Sûrî careke din dest ji azadiya xwe bernade.
Acansa Simart ji çalakvanên xwecihî guhast ko hevokin li bajarê Dera li ser dîwaran hatine nivisandin, tekez dikin ko hêj şoreşêger di şoreşa xwe de berdewam in, heta rêjîmê birûxînin, tev ko hêzên rêjîmê herêm kontrol kirine.
Acansê got ku ew di wan hevokan de hatiye: ‘’ Rûmeta me di ser tundiya ewlehiya we re ye, mijûlkirina me bi gepa xwarina me, nahêle em girtiyan ji bîr bikin, rûxandin bo rêjîmê û xwebexşkarên digel wê.‘’
Serokê Hevbendiya Niştimanî di nivîsa xwe ya li ser Tiwîter got ku tevgera şoreşgerî li Dera û Siwêda û li hemû deverên Sûriyê ranaweste, û got: ‘’ Miletê Sûrî tama azadiyê dîtiye, piştî ku çendîn sal jê bêpar mabûn, û careke din nema dest jê berdidin, dawiya zordariyê tekez e, û tawankariyên Esed û hevalbendên wî nikarin rûxandina wî rawestînin.‘’
Tevgera şoreşgerî li Dera ji îna bûrî de vejîn bû, tevlî tundiya hêzên ewlehiya rêjîmê feriz kiriye, û serokê desteya danûstandina Sûrî Nesir Elherîrî got ku xwepêşandanên Dera dîsa vegeriyan, dengê xwe ji nav wêraniyê bilind kirin, û gihandin tevaya cîhanê .
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî