Malbata Ebdulrehman Apo endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî ragihan ku rewşa Apo ya tenduristî di girtîgehên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê de li Efrînê gelekî xirab bûye, û roj bi roj xirabtir dibe.
Hevjîna Apo di daxuyaniyekê de got: Ebdulrehman Apo di zindaneke tekane de ye, û rê nadin wî ku derkeve ber tava rojê, lewma rewşa wî ya tenduristî roj bi roj xerab dibe.
Her wiha hevjîna Apo balkişand ku nexweşiya şekir û ya dil bi wî re heye, û laşê wî pir lawaz bûye.
Hevjîna Apo bang li rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî kir da fişarê bidin ser PYDê ji bo Apo û tevaya girtiyên siyasî bêne berdan, û bang li hemû xelkên herêmê kir ku li dijî kiriyarên PYDê derkevin.
Tê zanîn ku Ebdulrehman Apo serkirde ye di Partiya Dîmoqrat a Kurdistanî-Sûrya de, û endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî ye, û ew di 12-7-2017 ji hêla çekdarên PYDê ve li bajarê Efrînê hate girtin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê