Li ser “rêkefina duhî ya tevgera Hezim îmzakirî li Jinêfê, ya derbaî (qedexekirina mayînên dijîkesan û qedexekirina tundûtûjiya sêksî û cidahîkirina di navbera herdu regezên nêr û mê de), Xalid Elsalih rêkxerê giştiyê tevgera Hezim dît ku ew tekeziya dijberiya wan ji stemkariyê re ye û pabendiya wan bi piransîbên şoreşa sûriyê û ruxandina rijêma Esed ya nerewa, , ji boyî miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve bikar bibe ji bo avakirina dewleta xwe ya Sivîl û demokratîk, û bidestanîna daxwazên xwe di azadî û wekhevî û rûmetê û rêzgirtina mafên mirov de “. Têzanîn ku akadmiya Afaq çavdêrî li ser emzakirina tevgera Hezim li ser vê Soznameyê li hola “Alamba” ya dîrokî ya ku yekemîn rêkeftin ji rêkeftinên Jinêf lêhatî lidarxistin kir. û têzanîn ku tevgera Hezim duwemîn layê Sûrî ye ku li ser vê soznameyê emza dike. Herwiha Usama Ebû zêd rêveberê cêbicêkar yê akadimiya Afaq tekez kir ” ku akadimiya Afaq berdewame li ser vî karê pêwîst û giring, tevlî ku di heyvên dahatî de wê gelek hêzên şervan li ser emza bikin, û em hewl didin ku bêhtirîn hêz bikevin di çarçoveya îmzekirinê de û di heyvên pêş de bi vê soznameyê pabend bin “. û daxuyaniya xwe bi dawîkir û got:” divê em bersiva reftarên Eseed yên tund bi eynî şêweyî nedin, berovajî vê çendê, ku tenha yekemîn rê bo serkeftina şoreşê, ku em reftarên hêzên şoreşger ji karvedanan biparêzin, ji ber ku bi karvedanan em nikarin Civakê li gor armancên ku sûrî dixwazin ava bikin, pêwîst e hemû pabendî û pêgiriyê bi zagonên navdewletî bikin, ji ber ku pabendiya bi wan yasayan tekane rê ye bo avakirina dewleta dadperwerî û yasayê ya ku Sûrî ji bow ê civiyan û dengên xwe bilind kirin..”.
Jêder: Hevbendî