Hêzên rêjîma Elesed di binpêkirina agirbestê de li deverên kêmkirina gurkirinê li bakurê Sûriyê berdewam in, û armanckirina deverên Cebel Elzawiyê li gundewarê başûrê Idlibê di katijmêrên bûrî de bû sedema tevgereke derbideriya nû ya bidehan malbatên deverê.
Û armanckirina hêzên rêjîmê ji taxên nişteciyan û zeviyên çandinê li deverê re, hişt xelkê deverê berve gund û bajarokên ewle ve biçin, an jî berve kampên dûr ji deverên rastî operasyonên leşkerî tên .
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî hişyarî da ji berdewamiya gurkirina leşkerî, û got ku heye berdewamiya êrîşan bibe sedema berfirehbûna çarçoveya derbideriyê, û zêdekirina komkbûna nişteciyan li deverê bi gelemperî û nemaze di hundir kapan de, di dema tinebûna alavên xweparastinê yên pêwîst, û di dema rûdana pêketiyên nû bi Vîrosa Korona li deverê.
Û xelkê devera Cebel Elzawiyê, derd û azarên binpêkirinên li dû hev ji aliyê rêjîma Elesed û Milîşeyên pêre dikşînin, ji ber nepabendiya wan hêzan bi peymana agirbesta ku di 5ê adara bûrî de di navbera Tirkiyê û Rûsiya de hat ragihandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî