Wezîrê kar û gerantiya civakî yê Tirkî Farûq Çîlîk ragihand ku” Hikûmeta Tirkî wê nêzîk destûra kar bide panaberên Sûrî yên ji welatê xwe reviyane”. Çîlîk di hevpeyvînekê de bi Toreya “NTV” ya nûçeyan re got: ” Em dixwazin vê yekî bi hejmarek hindek ji penaberan re bikin, bê ku em sûka kar bixin ber astengiyan de ji alî hemwelatiyên me ve”. Û zêde kir: ” Em dixwazin lîsteyan ji van kesan tevan re çêbikin, da ku rewşa wan yasayî be”. Ji hêla xwe ve hikûmet bi nêt e ku kerta nasnemeyê bo penaberên Sûrî derxe, ne regeznameyê bide wan.
Hikûmeta Tirkî ji penaberên Sûrî yên li bajarê Xazî Intabê yê sînorî yên netomarkirî xwestibû ku herin navendên desthilatê yên bajêr bo nasnameya tendirustî (Gumlik)ê bidest bixin, û navnîşana rûniştina xwe li Xazî Intabê tomar bikin.
Wezareta hindirîn ya Tirkî, di daxuyaniyekê de ji Sûriyên ku nasnameya pênasînê ya Tirkî bidest nexistine û li Xazî Intabê dimînin ku berê xwe bidin navendên hikûmî yên taybet bi dana van nasnameya li bajêr berî roja 17 Mijdara bê.
Hêja ye gotinê ku Tirkî siyaseta ” Deriyên Vekirî” li pêş her kesên ku ji zordariya rejîma Esed baz didin dimeşîne, û îroj bi awayekî fermî mêvandariya 1,65 Melyon penaberî dike, pirên wan li mezintirîn bajarên welêt dijîn, herweha dibistan û zankoyên Tirkî pêşwaziya hemû xwendevanên Sûrî bêpere dike, û xizmetên tenduristî jî li nexweşxaneyên dewletê bêpere pêşkêş dike.
Jêder: Hevbendî – Elerebiyê