Welatiyên sivîl yên bêguneh bi awayekî berdewam têne kuştin ji ber berdewamiya kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya li ser deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, li gor raportên mafên mirovan, ev êrîşa leşkerî her ji roja yekê bûye sedema kuştina bi sedan kesên sivîl, di nav de jin û zarok.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe de, duh roja înê, mirina 522 welatiyên sivîl, di nav de 129 zarok û 99 jin, her ji destpêka kampanya êrîşa leşkerî ya dawiyê bi belge kiriye.
Herwiha got ku herî kêm birîndarbûna 1,612 welatiyên sivîl bi birînên cuda, her ji 26ê nîsanê heta duhî 28’ê cehzeranê belge kiriye.
Raporta Tora navbûrî ragihand ku 33 navendên bijîşkî, 77 dibistan, 47 mizgeft û sê kamp ji aliyê hêzên Esed bi piştgiriya balafirên Rûsya hatine topbarankirin.
Û raporta Tîma Kordinatorên Bersivdanê li bakurê Sûriyê, li roja sêşema borî ragihandibû ku kampanya leşkerî hûye sedema koçberbûna 89,144 malbatan, bi qasî nêzîkî (579.257) kesî, ku li ser bêtir ji 35 xalan, li navçeyên “Mertala Firatê – Şaxa Zeytûnê”, û li kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine niştecîhkirin.
Ku hêzên rejîma Esed û Rûsya berdewam in li ser êrîşa xwe ya hovîtî tevî daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ji berê du rojan, li ser nîgeranî û xema wê ya mezin li ser zêdebûna êrîşên Rûsya û rejîmê li ser xalên bijîşkî û deverên nişteciyan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê, êrîşên leşkerî li gel şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka gotûbêj kiribûn, herwiha li gel nûnerê taybet yê Serokê Fransa, û Hevbendiyê ji hikûmetên herdu welatan û welatên bi bandor; daxwaza pêkanîna karekî cidî ji derveyî Konseya Ewlekariyê kir, ji bo rawestandina êrîşên leşkerî li dijî avahîyên sivîl û yên bijîşkî, ji bo parastina jiyana bi milyonan welatiyên sivîl.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî