Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, li roja înê di rapora xwe de kuştina 606 kesên sivîl, di nav de 157 zarok û 111 jin, bi êrîşên hêzên rejîma Esed û hevalbendên wê li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li Idlibê ji 26’ê Nîsana borî ve piştrat kir.
Torê da xuyakirin ku di wê dema destnişînkirî de 521 sivîl di nav de 136 zarok û 97 jin li ser destê rêjîma Esed hatine kuştin, û bal kişand ku hêzên rêjîmê 1995 bermîlên teqîner di van êrîşan de bikar anîne.
Raportê diyar kir ku 85 sivîl, di nav de 21 zarok û 14 jin, bi êrîşên hêzên Rûsyayê hatine kuştin, û bal kişand ku gelek xal, di nav de saziyên perwerdeyê, navendên tenduristî, rê , gulîstan, bazar, kamp û cihên sivîl hatine armanckirin.
Li gorî raportê ev êrîş bi kêmanî bûn sedema pêkanîna 294 bûyerên dijî navendên jîndariyê yên sivîl, di nav de 87 êrîş li ser dibistanan û 62 cihên olî û 43 dezgehên bijîşkî û 30 navendên bi li ser parastina sivîl ve, û 10 bazaran û 4 kampan . Û bal kişand ku 221 ji wan êrîşan li ser destê rejîmê û 73 li ser destên hêzên Rûsî bûn.
Li gor raportê ku herî kêm 9 komkujî bi belge ji 12’ê hezîranê ve li ser destê hêzên rejîmê hatine pêkanîn, û da zanîn ku bi kêmanî çar karmendên bijîşkî di nav de jinek, li ser destê hêzên rejîmê hatine kuştin, û sê ji kadroyên parastina sivîl, bi destê hêzên artêşa Rûsyayê hatine kuştin.
Raportê daxwaza biryarekê ji Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî kiriye ji bo agirbestê li Idlib, û di nav de tedbîrên cezakirinê derheqa hemû binpêkerên agirbestê bêne standin, û piştgiriya pêvajoya aştiyê li Sûriyê bibe, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî û misogerkirina asayîş û aramiyê û rakirina doseya sûrî ji bo dadgeha tawanên navnetewî û darizandina hemû kesên gunehkar tevlî rejîma Rûsî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî