Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, duhî li roja yekşemê, pêşniyarek şand ji konseya Ewlekariya Navdewletî re ji bo derxistina rejîma Esed ji endamtiya Komela giştî ya NY, li ser binpêkirin û tawanên wê yên rojane û heta niha berdewam in li dijî welatiyên Sûriyê.
Tora Sûrî di bangewaziya xwe de diyar kir hêjî komela giştî ya Netewên Yekbûyî dergehên xwe li pêşiya pêşwazîkirina nûnerên rêjîmê vedike piştî derbasbûna heşt salan ji destpêkirina şoreşa Sûrîyê, û rê tê dan ji bo parastina binpêkirinên sîstematîk yên rejîmê li dijî gelê Sûriyê.
Torê got ku rejîm pabendî bi biryarên Konseya Ewlekarîya navdewletî di warê pirsgirêka Sûriyê de nekiriye, û got ku Komela giştî ya NY li gorî peymannameya Netewên Yekbûyî maf heye bo ragirtina endamtiya rejîmê û jêstandina hemû îmtîyazên wê bi temîniyekê ji konseya Ewlekariya.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di bangewaziya xwe de dît ku heger Konseya Ewlekarîyê têkşikest di pêşniyarê de, wê ev yek ” bihêle rejîm berdewam bimîne li ser tawanên qetlîamê li dijî mirovahiyê “.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ku par di 22’ê reşmrha de daxwaz ji bo şeqandina endametîya rejîmê ji Netewên Yekbûyî, û derxistina balyozê wê kiribû, û herwiha dawaza da kursiyê Sûriyê ji Hevbendiyê re kiribû, ji ber ew wek “nûnerê rewa” yê gelê Sûriyê ji aliyê komela giştî û Komkara Erebî û hin dewletên rojava hatiye pejirandin.
Hevbendiyê daxwaza derxistina biryarekê ji komela giştî kiribû ji bo rakirina tawanbarên li ser tawanên şer li Sûriyê ji bo Dadgeha Tawanan ya Navnetewî, di serî de rayedarên rêjîmê û hevalbendên wê, û qedexekirina firotin û hinartina hemû cûreyên çekan ji ji bo rejîmê, û standina tedbîrên pêwîst bo agirbestê û radestkirina kursiyê Sûriyê li Netewên Yekbûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî