Tora Sûrî ya Mafên Mirov got ku rejîma Esed hêjî metirsiyeke “tund û berberî” ye li ser jiyana penaberan dema vedigerin malên xwe, û wê windabûna 638 penaberan û kuştina 15 penaberên din di bin îşkenceyê de belge kiriye.
Toreyê di raporta xwe ya roja pêncşemê de diyar kir ku bi mîlyonan Sûrî li hundur û derveyî welêt koçber bûne, ji ber binpêkirinên mafên mirovan ji hêla rejîmê û hevalbendên wê û hêzên Rûsî, û herweha milîsên PYD û hêzên hevpeymaniya navdewletî, û raportê diyar kiriye ku piraniya koçberan ji ber kiryarên rejîmê ne.
Raportê binpêkirinên herî berbiçav yên ji sala 2014 de, ku sala herî binpêkirin tê de pir bûn bi destê hêzên rejîmê, û heta meha tebaxa îsal hatine şopandin, û got ku tenê 6 ji sedî ji tevahiya nifûsa penaberan vegeriyane, pirê wan ji Libnanê ne.
Di raportê de, bi kêmî ve 1916 bûyerên binçavkirina rejîmê ji penaberên vegeryayî re hatine dokumentkirin, di nav de 219 zarok û 157 jin, piştre 1132 kes hatine berdan, û 784 mane, 638 ji wan bûne kesên bêserûşûn , û 15 bi îşkenceyê hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî