Toreke mafnasî ya serbixwe raportek bi dokomintkirina hejmara qurbaniyên Sûriyê yên li ser destê hêzên Rûsiya hatine kuştin her ji destpêka destêwerdana wê ya leşkerî ji sala 2015’an ve belav kir.
Tora Sûrî ya mafên mirov, li bin navunîşana “Kûpa Cîhanî li Rûsiya tevlî xwîna 6133 sûriyên ku bi destê Rûsiya hatine kuştin bûye”, û bal kişandiye li ser kuştina 6133 sivîlên ku “goman” heye li ser destê hêzên Rûsiya, her ji 30’ê êlûna 2015’an heta duhî roja yekşemê 20’ê gulanê hatibin kuştin.
Di raporta tora mafê mirov de, îro li roja duşemê 20’ê gulanê, got ku di nav kuştiyan de, 1761 zarok û 661 jin hebûn.
Ligor raportê diyar kiriye, rêjeya 90% ji qurbaniyan bi êrîşên esmanî yên Rûsiya hatine kuştin, tevlî ku hejmarek ji qurbaniyan bi êrîşên bejayî û deryayî yên hêzên Rûsiya hatine kuştin, ku nekêmtir ji 317 komkujî ji aliyê hêzên Rûsiya her ji destpêka destêwerdana wê hatine pêkanîn.
Herwiha raportê nekêmtir ji 939 zêdegaviyan li ser navendên zindî yên bajarvaniyê li ser destê hêzên Rûsiya tomar kirine, ji wan 169 êrîş li ser xwendingihan û 167 li ser navendên pizîşkî û 140 li ser mizgeftan û 55 êrîş li ser bazargihan bûn, tomar kirine.
Di raportê de hatiye ku nekêmtir ji 223 êrîşên bi bombe û denemêtan ji aliyê hêzên “goman heye ku rûsî bin” her ji destpêka destêwerdana wê û heta 20’ê gulana îsal hatine pêkanîn.
Raportê qonaxa di navbera sala 2016 û 2017 de bi xirabtirîn dem ji aliyê bikaranîna denemêtan daye zanîn, û 99% ji wan denemêtan li ser navçeyên pir qerebalix hatine bikaranîn.
Torê gotiye ku gelek birgên yasa navdewletî ya mirov hatine binpêkirin, herwiha ku tawanên li astê tawanên şer bi destê wê hatine pêkanîn, û daxwaza dadpirsînê di tawanên kuştinê de û raguhestina fayilê wê bo dadgeha tawanên navdewletî kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî