Tora Sûrî ya mafên mirov diyar kir ku her ji tîrmeha 2012’an ve, zêdetir ji 70 hezar bermîlên teqîner hatine avêtin ji aliyê firokên rijêmê.
Tora navhatî, duhî raportek li ser bikaranîna bermîlên teqîner ji aliyê rijêma Esed belav kir, û têde diyar kiriye ku rijêma Esed rabûye bi encamdana 87 êrîşên bi gazên jehirdar bi rêka bermîlên teqîner, herwiha pêkanîna çar êrîşan bi napalim û heyberên şewtandinê li dijî bajar û bajarokên Sûriyê.
Û ligor heman raportê, piraniya êrîşên bi bermîlan li dijî bajarê Şamê û gundewarê wê pêk hatine, bi hejmara 22149 bermîlan û paşî Heleb û gundewarê wê hatine bi 13436 bermîlan, û piştir Der’a hatiye bi 9901 bermîlan, û Hema bi 8482 bermîlan, û Idlib bi 7682 bermîlan hatiye, tevî çend êrîşên din li Hemus û Dêrazorê û Laziqiyê.
Ligor raportê, bi sedema wan êrîşan nekêmtir ji 10763 sivîlî hatine kuştin, ji wan 1700 zarok û 1600 jin bûn, tevî wêrankirina zêdetir ji 565 navendên zindîdar.
Torê di dawiya raporta xwe de, temînî li encûmena ewlehiyê kiriye ji bo dabînkirina cîbicîkirina biryarên xwe bi awayekî rastyeqîn, û gotiye ku biryarên wê “bûne hibra li ser kaxetê, û bi vê yekê wê bi carekî rastgoyî û dadweriya hebûna xwe jidest daye”.
Hêjayê gotinê ye ku li sala 2012’an yekemîn car bermîlên teqîner li dijî bajarê Selqînê li parêzgeha Idlibê hatin bikaranîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî