Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zarokan, ya ku cîhan vê helkeftê ji bo bibîranîna ragihandina rêkeftina mafên zarokan ya ku Netewên Yekbûyî pesend kiriye lidar dixîne , Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan, kuştina zêdetir ji 28 hezar zarokên Sûrî ji heyva adara 2011 ta heyva bûrî, piraniya wan li ser destê hêzên Esed û hevpeymanê wî yê Rûsî ne belge kiriye, , û tekez kir ku çi aramî yan avakirin li Sûriyê çênabe bêyî parastina zarokên wê.
û Toreyê di raporeke xwe de tekez kir ku 22444 zarokên Sûrî li ser destên hêzên Esed ji adara 2011 û ta 20 heyva çirya paşî sala 2018an hatine kuştin, ku 196 zarok ji wan ji encama êrîşên çekên kîmawî bi xeniqandinê şehîd ketine, û 394 ji encama çekên goşeyî û bermayên wan çekan şehîd ketine, ji ber ku rêjîma Esed bi rengekî rêbazkirî tevaya cûreyên çekan di bumbebarankirina sivîlan de bikar anîne, her weha 101 zarokî ji encama kêmbûna derman û xwarinê li deverên ku dorpêç ji sala 2011an ve li ser wan hatiye sepandin jiyana xwe ji dest dane, her weha Toreyê karîbû 3155 zarokên din ên di girtîgehên rêjîmê de ji adara 2011ê ve û çarenûsa wan ta niha nediyar e belge bike, di heman dema ku çalakvanên mafnasî ji aliyê xwe ve gotine ku hejmar ji wê bilindtir e û rêjîma Esed siyaseta tarîkirin û veşartinê der barê kêşeya girtiyan dişopîne.
û di raportê de hatiye ku hêzên Rûsî 1872 zarok ji gava destêwerdana leşkerî di Sûriyê de di 30 eylûna 2015an de kuştine, ku 46 zarok ji encama 232 êrîşên bi bumbeyên goşeyî jiyana xwe ji dest dane di nav wan de hene, her weha ew êrîş bûne sedema wêrankirina 173 dibistanan zêdebarî bêcihûwarkirina bidehhezarên zarokan wek beşekî ji siyaseta koçberkirina kotekî û guhertina demografî ya ku rêjîma Esed bi alîkariya hevpeymanê xwe yê Rûsî dişopîne, her weha 886 zarok li ser destê hêzên hevpeymanê ji destpêka detêwerdana wê ya ji 23 eylûna 2014ê ta heyva bûrî jiyana xwe ji dest dane piştî armanckirina 24 dibistanan di helmeta bumbebarana leşkerî ji wan re.
û milîsên PYDê yên terorîst 167 zarok ji çilê paşî yê 2014 ve kuştine, û hîn jî 588 bi kotekî girtîne û veşartîne li navendên bi ser wê ve, û ji derveyî çarçova hewildanên leşkerkirina kotekî ji zarokan re ya ku di herêmên di bin destê wê de dibin, û 837 zarok ser destê rêxistina DAIŞê ya terorîst hatine kuştin û 396 zarok li navendên wan hene û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.
û Toreyê amaje bi wê yekê kir ku tiştê ku rêjîma Esed û hevpeymanên xwe bi riya kuştina rêbazkirî û operasyonên işkencedanê û destdirêjiya sêksî dikin, tawanên cengê ne derheqê mirovahiyê û zarokên Sûriyê ku li gor yasayaya navdewletî tên sizakirin, û madeya heftan ji peymana Roma ya bingehîn binpê dike.
û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî tekezî li ser giringiya vekolînan di tewanên ku li Sûriya bûne dike, ji ber ku ew tewanên cengê ne dijî mirovahî û zaroktiyê ne, û daxwaza birêkirina tewankarên wan ber bi dadgeha tewanên navdewletî ji bo ku sizaya xwe li gor dadê bistînin kir, her weha daxwaza kar ji bo alîkariya koçberkiriyên kotekî di nav wan de zarokên zindî û parastina wan ji metirsiyên li pêşya wan in bikin kir.
jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî