Toreya Sûrî ya mafên mirovan kuştina 2832 sivîlan ên bi destê hêzên hevpeymanan ji destpêka operasiyonên wan li dijî Daişê belgeh kirine. Û bal kişand ser ko operasiyonên leşkerî bûne sedema binpêkirina yasaya navdewletî ya mirovî, bi sedema ziyanên mezin ên gihandine sivîlan.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên hevpeymana navdewletî 2832 sivîl – 861 ji wan zarok in û 617 jin in- ji eylûla 2014ê ve heta 23 eylûla îsal kuştine. Şehîdketina 976 sivîlan ku 194 ji wan zarok in û 294 jin in di serdema Barack Obama de, û her weha 1856 sivîl -667 ji wan zarok in û 323 jin in- di serdema Donald Tiramp de belgeh kirine. Û hejmara kuştaran 156 komkujî ne, û 170 navendên zindîdar ji destpêka têwerdana wan di Sûriyê de wêran kirine.
Raportê bal kişand ser ko sala borî guhertinên berfireh di operasiyonên leşkerî de li deverên kontrolkirî de li beşê rojhelat û yê bakur-rojhelatê Sûriyê çêbûne, ji hêla kêmbûna bêserûberiya operasiyonên bombebaranê de, bervajî du salên borî yên ko bêserûberî bêtir bû ji hêla bikaranîna çekên giran û bombebarana bi heybera fosfora spî ya qedexe ên li gelek herêmên dûrî aniyên şer bikar hatin.
Tê zanîn ko hêzên hevpeymana navdewletî bi kuştina 1061 sivîlî di 30 hezar êrîşî de li Sûriya û Îraqê di êrîşên wê yên li dijî Daişê de, mukur hatiye.
Toreyê tekez kir ko êrîşên hêzên hevpeymanan yên bêserûber dikevin asta tawankariyên cengê derheqê mirovîniyê, û gerek civaka navdewletî pêrabûnên pêdivî derbarê ziyanên gihane sivîlan bike.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî