Rêkxistineke mafnasiyê diyar kir ko 13 kuştar bi destê hêzên rêjîmê û 6 kuştar bi destê hêzên Rûsya ji 28 kuştaran di heyva çûyî de pêk hatine.
Di raporta xwe ya taybet bi kuştarên li Sûriyê di heyva sibata derbasbûyî de toreya Sûrî ya mafên mirovan destnîşan kir ko piraniya kuştaran bi destê hêzên rêjîmê û hêzên Rûsî pêk hatine.
Raportê mezintirîn kuştar anîne ziman, ji wan jî sê kuştar hêzên rêjîmê li Idlib û Gundewarê Şamê kirine, û 2 li parêzgeha Der΄a û Hums û kuştarek li Şamê û yek li Reqa û yek li Hemayê pêkanîne.
Lêbelê hêzên Rûsya pênc kuştar li Idlib û yek li Dêra Zorê pêk anîne. Her weha kuştarek bi destê hêzên Hevpeymana navdewletî li Reqayê pêk hatiye, û 8 kuştar li Helebê bi destê hêzin nediyar çêbûne. Encama qurbaniyên kuştaran 270 kes bûn, 98 zarok û 55 Jin di nav wan de hebûn. toreyê texmîn kir ko rêjeya 57% ji qurbaniyan zarok û jin in, û ew rêjeyeke bilind e, û tête nîşankirin ko kesên amanckirî di piraniya wan kuştaran de niştecihên sivîl bûn.
Toreyê di raporta xwe de tekez kir ko hejmara qurbaniyên kuştarên rêjîmê pêkanîne 109 kes in, û qurbaniyên kuştarên hêzên Rûsî 67 kes in, lê yên kuştarên hevpeymana navdewletî deh sivîl bûn, û yên aliyên nediyar 84 qurbanî ji nav wan 31 zarok û 22 jin bûn.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporta xwe de daxwaz ji Civaka navdewletî kir “ko rêjîmê neçarî derbaskirina hemû rêkxistinên hawarhatinê û yên mafnasiyê û komîta vekolîna navdewletî û rojnamevanan bikin, bê ko kesî ji wan asteng bikin.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans