Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu´ima tekez kir:” Divê hikûmet bi rexneyên erênî yên ku hatin pêşinyarkirin bike. Li ser vê bingehê komîtek bo dubare-nirxandina, bicihanîna kar, û mûçeyên karmendên hikûmetê û xerciyên rêvebirinê pêk hat “.
Serokê hikûmetê dît ku: ” Paşxistina civîna Hevbendiyê ya taybet bi hilbijartina serokekî nû bo hikûmetê, dibe ku derfetek be bo têgihiştinên zêdetir bo bikaranîna hikûmeteke nû û xurt, tu pirsgirêk tune ne çimkî hikûmeta birêvebirina karûbaran bi erkê xwe radibe, û sûde ji rexneyên ku lê bûn wergirt û hewla serastkirinê dike”.
Tu´ima bal kişand ser karê hikûmetê li hundirê Sûrî, û got: ” Hikûmetê gelek nivîsgeh û rêvebirî vekirine, û gelek dibistan li parêzgehan jî vekirine, lê rejîma Esed ji ber nebûna qedexekirina asîmanî li ser deverên rizgarkirî ew dibistan armanc kirin”. Tu´ima got: ” hikûmetê li Turkyayê di warê tendirustî de, li hin nexweşxane û kampan kar kir, herweha piştgiriya warê perwerdeyê di riya dibistanên ku pêşwaziya xwendevanên Sûrî dikin kir. Hin piroje li Libnan û Urdinê jî, lê bi astin kêmtir pêk hatin”.
Di vî warî de Serokê Hikûmetê spasiya wezareta perwerdeyê li ser bizavên mezin yên ku dike kir, ji ber ezmûneyên dawiya qonxa amadekarî ku deh hezar xwendekar ketin bin ezmûnê de, û serastkirina kaxezên wan bi şêweyekî navendî hat kirin û bi awayekî serkeftî pêk hat. Firensa gelek bexşîn ji xwendevanên me re bo berdewamkirina xwendina wan li zankoya ” Biwatê” pêşkêş kirin.
Tu´ima bal kişand ser pêşketina ku di vê salê de bi riya yekirina rêbazan çê bû , û çapkirina pirtûkin birêkûpêk ji pola yekê ta pola duzdehê ji rêbazan re bidawî bûn.
Di derbarê danûstendiana hikûmeta Tirkî bi bi penaberên Sûrî re, Tu´ima got: ” Hikûmeta Tirkî kêmanî di warê pêşkêşkirina alîkariyan ji penaberên Sûrî re û pêşwazîkirina birîndaran û dabînkirina pêdiviyên dibistan û xwendevanan, û hêsankirina karûbarê kesên ku di hawarçûna miletê Sûrî de hatin nekiriye, ew jî bi riya hêsankirina derbasbûna sînoran “.
Tu´ima bal kişand ser hinek kelemên ku ji millet Sûrî re li Tirkiyayê ji ber zexta ku dijîn derketin bibîr anîn ku hikûmet piştgiriya rêzgirtina yasayên welat, û fêrbûna zimanê Tirkî dike, ev yek wê rolek xwe ya erênî di pêşerojê de li ser milletê Sûrî û Tirkî bilîze.
Ji hêleke dî ve, Tuima qebûl nekir ku hemwelatiyên Sûrî yê li deverê deshilatiya “Daiş”ê dijîn bi “himbêzgeha gelêrî” bêne binavkirin. Û tekez kir: ” Milletê Sûrî ji berê ve ji tundiyê hez nake, çanda wî dûrî terorê ye, ev tundiya ku niha li Sûriyayê belav bûye, ji derveyî sînor hatiye”. Her weha bal kişand ser: ” Vegera xwepêşandanên aştiyane li hin deverên rizgarkirî, mîna Heleba ku di dema dawî de bi dehan xwepêşandan lê çêbûn “.
(jêder : Hevbendî)