Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu̕ ime pêşwaziya xwendevanên Sûrî yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine şandin ji bo li zanîngeha Biwatêh ya Firensî bixwînin kir.
Xwendevanên Sûrî wê sibeha roja Duşembê 1/9/2014 bi amadebûna wezîrê Perwerdeyê Mihyedîn Benana berî bidin Firensa. Tu̕ ime ji xwendevanên jêhatî û serkeftî xwest ku li Firensa baştirîn nûner ji şoreş û xelkên Sûrî re bin, dîmenên gunehkariya rojane ku rejîma Esed di derheqê xelkên Sûrî gişan de dike û armanckirina wî ji dibistanan re û kuştina kadroyên fêrkirinê û xwendevanên Sûrî veguhêzin.
Şêwirdarê hikûmetê yê karûbarê perwerde û fêrkirinê Ebdilrehman Elhac di hevdîtina nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê pê re destnîşan kiribû ku 20 xwendevanên Sûrî ji yê pola diwazdehan bexşîna xwendinê ya Firensî ku hikûmeta demkî derdixe û bingeha wê rêbaza pirtûkên Sûrî yê çareserkirî ye bidest xistine.
Jêder: Hikûmeta Demkî.