Li herdu rojên în û şemê yên bûrî de, li baregeha Hikûmeta demkî, li bajarê Xazî Entabê, Hikûmeta Sûriya demkî Civîna xwe xola 29ê lidarxist, bi amadebûna Ehmed Tu´ima serokê Hikûmetê û Mihemed Elqedah cîgirê serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê. ku Ehmed Tu´ima dest bi civînê kir û balkişand li ser giringiya karê komîteya li vê dawiyê hatî demzrandin ji bo dubare nirxandina rewşa fermanberan û mûçeyên wan, amaje bi pêwîstiya serastkirina şaşîtiyên berê kir yên girêdayî bi pirosêsa fermanberiyê di hikûmetê de, ji boyî peydakirina zemîneka guncayî bo karekî durist ji Hikûmeta bê re. herwiha di heman civînê de pirsa çapkirina pertokên xwendinê bo xwendevanên sûrî yên dereveyî kontrola rêjîmê hat behskirin. Ku xwendevan pêdiviya wan bi 2.5 milyon dolarî heye bo çapkirina 5 milyon pertok, ku bi şêweyekî destpêkî kujmê 600 hezar dolar hat terxankirin, heta ku waneyek bête amadekirin bo vî pirojeyî di nêzîktirîn dem de. herwiha Encûmena wezîran nirxê 125.550 dolarî terxan kir bo dibîstanên Şagirdên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê, li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê û Dihokê . li aliyekî din Encûmena navborî kujmê 80.500 dolarî terxan kir bo çakirina tora Elektirîka Dai´l li gundewarê Dera´ha, ku pêdivîya wê bi toreka nû û bi motorekî heye, zêdebarî stûnên elektirîkê û hin karên saxbîriyê bo alavan, herwiha birê 54.150 dolar hat terxan kirin bo çakirina tora elektrîkê li bajarê kefrnibil li gundewarê Idlibê, ku du piroje wê bên encamdan bi rêka nivîsîngehên saxbîriyê yên wezareta pêgihandinê, û li dawiyê Encûmena wezîran biryar da li ser terxankirina 55,000 dolar bo kirîna alavê wênegirtina tewên tewerî yên nojdarî bo rêveberiya saxlemiya parêzgeha Dera´ha yê.
Jêder: Hikûmeta demkî.