Hin jêderên wezareta saxlemiya hikûmeta Sûriya demekî amaje kirin ku :” wezareta navborî hevkariyê ligel hin navendên sazkirina dest û pêyên yên pîşesazî dike, û ji wan navendan, navenda niştimaniya Sûrî ya sazkirina dest û pêyên pîşesazî li Rîhaniya, û navenda komeleya Pêngava Hêviyê bi hevkarî ligel hin pizîşkên Si´ûdî li bajarê Kilisê”. her di vê mijarê de, berpirsê fayilê birîndaran nojdar Mi´emer Hesûn dazanîn ku wezareta navhatî :” yadnameyek rêkefinê hatiye imzakirin bi navenda Pêngava Hêviyê re bo şandina nexweş û birîndaran bo navendê”. û balkişand li ser nebûna budjeyeke terxankirî bo damezrandina navendeke taybet bi ser wezaretê ve. herwiha jêderên navenda niştimaniya Sûrî tekez kirin ku: “di sibata sala bûrî de navenda wan hatiye demezrandin, û pişkdarî di pêşkêşkirina xizmetên nojdarî de kirye bo bisedan Sûriyên dest û piyên wan jêbûne ji encama gulebarandina hêzên Esed”. û heman navend, dest û pêyên lebater yên ciwankirî yên pêşesazî pêşkêş dike bo wan birîndarên rexên xwe ji dest dane, bo vegerandina jiyana xweya xuristî û pêkanîna karên xwe yên rojane bi rêjeya 70 heta 80%.
(Jêder: Hikûmeta demkî).