Dr. Mihemed Se´id hevrêzkarê encûmena rêveberiya desteya niştimaniya vaksîndanê ya ser bi wezareta tenduristiya Hikûmeta demkî ve, tekez kir ku:” , armanca serekî ya desteyê, dubarekirina pêkanîna bernameyê vaksîndana niştimanî bo tevaya zarokên di sûriyê de ye, piştî rawestana rêjîma Esed ji şandina hilmetên vaksîndanê bo navçeyên rizgarkirî, berovajî vê çendê rêjîm hemû çekên berdest li şûna wan hilmetên vaksîndanê de bikar tîne”. Herwiha nojdar Se´id dazanîn ku:” desteya navborî li ser çend ast û tewaran kar dike û giringtirîn tewer: pêşkêşkirina lêkolînekê li ser rewşa ana heye bo destnîşankirina nexweşiyên vegir yên ku li Sûriyê hene, herwiha destnîşankirina rêjeya kêmbûnê di vaksînan de, tevlî danana nexşeyekî tenduristî bo navçeyên bi nexweşiyên metirsîdar û vegir ketine,di nav navçeyên rizgarkirî de, û pêkanîn û damezrandina tîmeka saxlemî ji şehreza û pisporên Sûrî û avakirina şiyanên kadirên sûrî, û têkilî û gihandin ligel rêxistinên navnetewî bo dabînkirina derman û vaksînan û dabînkirina piştgiriya pêwîst bo çalakirina bernameyê navhatî, herwiha bi şêweyekî giçtî desteya niştimanî, kar dike bo çavdêrîkirin û nirxandin û serpirştiya bernameyê vaksîndanê “. Herwiha Dr. Se´id dazanîn ku “ev deste ji bal 13 rêxistinên xwecihî û yên Erebî yên nemîrî û tevlî rêveberiyên tenduristî yên deverên derve kontrola Esed hatine damezrandin”. Hêjayî gotinê ku Fêsel Yelmaz waliyê Sûriyan li Xazî Entabê û wezîrê tenduristiya Hikûmeta Sûrîya demkî tevlî Civîna damezrandina desteyê bû, ligel hejmareke mezin ji rêxistinên xwecihî û yên Erebî û navdewletî. herwiha têzanîn ku hilmeta vaksîna Sorikan ya ku di hefteya bûrî de li bajêrên sûrî yên derveyî kontrola rêjîmê destpêkirin, tête pejrandin wek pêngaveke berbipêş, û serpirştên desteya niştimaniya vaksîndanê , hêvîdarin ku ev pêngav bibe destpêkek bo dabînkirina rengekî ji rengên asayê bo tevahiya zarokên Sûriyê.
Jêder: Hikûmeta demkî