Serokê desthilata Sûrî ya demkî Ehmed Tu’ima tekez kir ko Civaka Navdewletî hêjî bi Şoreşa Sûriyê re dudil in û got ko tiştek li gora xwestekên miletê Sûriyê pêşkêş nekirine, tenê soz in çarîkek ji wan nagihê Sûriyan, wek destnîşankirinekê ji bo kongirê bexşdanê yê sêyemîn yê ko ji bo rewşa mirovî ya Sûriyê lidar ket.
Tu’ima tekez kir ko miletê Sûrî “hîç mana Esed di qonaxa veguhêz de napejirîne”. Û tirsa Sûriyan ew e ko bibinin qurbanî ji dosya otomî ya Îranî re ya danûstandin li ser çê dibin.
Tu’ima got: Pirsgirêka Sûriyê ko ket nîrên dijwar û herêmeke bi kelem û doseyên tevlihev, û destnîşan kir ku Civaka Navdewletî dixwaze çareseriyekê li ser Sûriyan feriz bike, bê ko ji me re bêtir rave bikin.
Tu’ima bêtir got: Ew dixwazin bi hêzên Şervan re hemahengiyê bikin da ko Desthilat di qonaxake dahatî de biçe Idlibê ji bo birêveberiya Herêmên rizgarkirî bike.
Tekez kir ku: Komên Leşkerî li Idlibê xweşhal in bi pêkanîna Birêveberiya sivîl li Idlibê da bobelata Bajarê Reqa dubare nebe.
Serokê Desthilata Demkî bipirsîn bang li Civaka Navdewletî kir: Gelo hûn ji me dixwazin em Idlib berdin da ew jî wek Reqayê bibe? .
Jêder: Hevbendî+Elcezîrê