Cîgirê serokê desthilata Sûrî ya demkî Ekrem Tu’ma di kongirekî rojnamevanî de îro li Xûta rojhilat got ku rêjîma Esed berpirsyar e di ber pêkanîna nakokiyan di navbera miletê Sûrî û yê Libananî de. û binpêkirinên milîtanên Hizbulaha tirorist derheqê penaberên Sûrî de li kampa Ersal pirotesto kirin. Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko vekolînekê li ser wan bûyeran bike û rêbuhêrkên mirovî ji Sûriyan re li jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî veke.
Her weha Tu’ma bikaranîna rêjîma Esed ji gaza kilor re pirotesto kir, û daxwaz kir ko komîteke navdewletî ji bo wê çêbibe. Û tekez kir ko giring e Esed li ser tawankariyên ko hêj berdewam in derheqê miletê Sûrî de bête sizakirin.
Cîgirê serokê desthilata demkî tekez kir ko Esed ne bi agirbesta ko li Qahîre imze kir û ne bi çi peymanên agirbestên din pabendî nekiriye, û hêj bombebaran li dijî xelkên Xûta rojhilat û jin û zarokan berdewam e.
Tu’ma mixabiniya xwe anî ziman derbarê şerê di navbera alayên şoreşa Sûriyê de, û daxwaz ji wan aliyan kir ko li xwe vegerin û têkevin xeta şoreşa xwe de, û şer li himber Esed û milîtanên piştgiriya wî dikin bikin, û armanca miletê Sûrî pêk bînin.
Tê zanîn ko desthilata demkî di nîveka vê salê de cihê xwe ber bi hindirê Sûriyê ve bir, tako karûbar û erkên xwe bo miletê Sûrî pêkbîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî