Rêkxistina Yûnîsêf penabera Sûrî Mizûn Elmilêhan ya 19 salî, wekû balyoza nêtên qenc datîne, û ev yekem car e ko penaberek ji bo vê rolê tête erkdarkirin.
Mizûn ji gava ko ji mala xwe ya li parêzgeha Dera 2013ê ji ber cenga rêjîma Esed derket, li kampa Elzaterî li Urdunê çalakî dikirin, û sê salan zarok bi xwendin didan, û UNECIF li kampê piştgiriya wê kir. Ev mijar jiyana stêrka Emerîkî ya koçadawîkirî, balyoza nêtên qenc ya UNECIFê Ewdrî Hîborin, ya ko wê jî di piçûkaniya de pîştgirî ji UNECIFê dît tîne bîra mirov.
Di helkeftina roja cîhanî ya penaberan de, 20ê Cehzeranê, Mizûn namak ji hemû penaberên cîhanê re şand, têde got: “Penabero, xweşteviyê min ez dixwazim tu bizane ku wê jiyan xweş bibe, ji demeke ne dûr de ez û malbata xwe jî li cihê te bûn. em di tirsiyan û me nizanîbû wê sibe çi bibe. Ez çardehdalî bûm, di meha dawî ji pola nehê de, bombebaranê dest pê kir, min gelekî ji xaniyê xwe hez dikir, cihekî xweş bû, lê em mecbûr bûn dev ji her tiştî berdin û li cihekî din bigerin û ji nû ve dest pê bikin.”
Mizûn di nameya xwe de penaber han dan, da dev ji hêvî û xewnên xwe bernedin, û bi xwendina xwe pabend bin, û got ku xwendin dihêle mirov paşerojeke baştir bibîne, û tekez kir ko ewê di piştgiriya penaberan û mafê wan ê xwendinê de berdewam be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans