Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Istanbulê îro yekşembê êvarî, pêncemîn bîranîna koçadawîkirina têkoşer Ismayîl Omer serokê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat li Sûriyê(Yekîtî) vejand. Bi amadebûna Endamên Encûmena Niştimanî Kurdî û Endamên Hevbendiya Niştimanî Sûrî û girseyek ji xelkên li Istenbolê .
Hejmarek gotar di bîranînê de hatin pêşkêş kirin, di wan de behsa çakiyên têkoşer Ismayîl Omer hat kirin, yek ji ewan gotaran ya sekretêrê Partiya Pêşverû ya Kurd Ebdulhemîd Derwîş û gotina Belo Muslim bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd hatin xwendin.
Her wiha gotara Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hewas Xelîl bi navê firakisyona kurd di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, û gotara Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fûad Elîko û tê de li ser pêvajo û dîroka tekoşîna nemir axivî. Her wiha gotara Nivîsgeha Çand û Ragihandinê ya Partiya Dîmuqratî Kurdistanî li Sûriyê ji hêla Ebdo Helebî hat xwendin.
Tê zanîn ko di 18 meha Çêriya pêşî sala 2010an, têkoşer Ismayîl Omer li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê. Ismayîl Omer serokê Partiya Yekîtî ya Dîmuqrat ya Kurd li Sûriyê, di temenê 63 salî de jiyana xwe jidest da.
Jêder: Hevbendî