Piştî çekdarên rêjîma Esed li bajarê Kobanê bi cih bûn ,çalakvan tirsa xwe tînin ziman û dibêjin PYDê xelk perîşan kirine.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku PYDê piştî 6 salan Kobanê radestî Rêjîma Sûriyê kir, û her wiha careke din xelkê dajo bêtar û tehlûkeyan.
Mihemed diyar kir ku xelk ne raziye ku rêjîma Esed careke din vegere bajarê Kobanê û tekez kir ku PYDê xelk perîşan kirine, “PYDê herêmên bakurî Sûriyê kirine cihê şer bi Tirkiyê re, û ziyan li hemû xelkên Sûriyê kirin”.
Her wiha Mihemed bal kişand ku xelk ditirse careke din hêzên ewlekariya Esed vegerin Kobanê û dest bi girtina xelkê bikin.
Mihemed tekez kir ku PYDê bi deh hezaran xort û keçên me kirin qorbanî ji bo siyasetên xwe yên çewt û dijmintiyek bi xelkên Sûriya re avakir.
Di dawiya gotina xwe de, Mihemed got: Em nizanin PYDê dê me bi kude bibe, û dê pêşeroja me çibe, û xelk bi tirse li ser çarenûsa xwe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî