Wek nirxdanekê ji bizava ragehêneran re di rewşa aloz de li Sûriyê, û ji bo rêzgirtina rola balkêş ya ragehêner Ibrahîm Elmencer û zindîkirina bîranîna wî, wênesaz Ferîd Ebû Receb tabloyek li ser dîwar ji ragehênerê koçkirî li bajarê Newa bakurê Dera’yê re saz kir.
Ebû Receb yê bi çêkirina tabloyên dîwaran û yên derbirîna kesayetiyan dikin navdar e, dibîne ko sazkirina vê tabloyê vegerandina qenciuyê ye, li ser xebata ko kiriye.
Tê zanîn ku kesên nediyar ragehêner Ibrahîm Elmencer pêncşema borî li pêşberî mala wî li bajarokê Seyda kuştin, û li bajarokê Til Şehab cihê zayîna wî hate binaxkirin.
Û tê zanîn ko Elmencer wek ragehêner ji bo Toreya Şam ya nûçeyan û êzgeha Hewa Simart, her weha ji acansa Simart ya nûçeya li Der’a re kar kiriye, raportên wênekirî ji çendîn acansên nûçeyan yên Erebî û yên navdewletî re amade kirine.
Elmencer wek wênekêşekî cengê di piraniya pevçûnên di navbera Artêşa Sûrî ya azad û hêzên rêjîmê de li Der’a beşdar bûye, hem jî bi sedan êrîşên firokan û bombebarana hêzên rêjîmê li parêzgehê belgeh kirine.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê hemû operasiyonên tiroristî yên ko derbarî ragehêneran li Sûriyê çêbûne, hem jî operasiyonên rêbazkirî yên ko rêjîm pê rabûye ji bo nehiştina azadiya rojnamevanan pirotesto kirine.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan ji serê vê salê de heta nîsana borî kuştina 29 ragehêneran belgeh kiriye, û bal kişandiye ser ku qurbaniyên karê ragihandinê li Sûriyê ji sala 2011ê ve gihaye 638 kesan, piraniya wan bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî