Duhî roja înê li Der’ayê xwepêşandan li dijî derbasbûna hêzên rijêmê û milîsên Îranê, ji aliyê bi dehên sivîl û çalakvanên wê ve hatin lidarxistin, û Hevbendiya Niştimaniya Sûrî gotibû ku “ne dagîrkariya Rûsiya û nejî dagîrkariya Îranê nikarin vîna gelê Sûriyê û têkoşîna wî ya berdewam li dijî stem û dagîrkariyê bişikînin, û xelkê Sûriyê dûr yan nêzîk wê bigihên armancên xwe”.
Ajansa “SMART” diyar kiribû ku du xwepêşandan hatin lidarxistin, yek li bajarokê “Elshiwê” û ya din li taxa “Elşiyah” li bajarê Der’a, û têde ji aliyê xwepêşanderan ve dirûşim û tabloên dupatkirina “berdewamiya şoreşê û rûxandina rijêmê” hatin bilind kirin, tevlî bilindkirina siloganên li dijî rijêmê û milîsên terorîst ên Îranê.
Tabloyek ji aliyê xwepêşanvanekî ve hatibû bilindkirin li ser hatibû nivîsandin: “em miletekin xwe teslîm nakin, yan serdikevin yan dimirin, bila em bimirin lê serî natewînin”, û ji aliyê xwepêşenderan ve dirûşimên ” bila em bimirin lê serî natewînin, em dest ji Horanê bernadin” hatibûn bilindkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, Rûsiya berpirsyar dît di ber her zêdegaviyeke şer dijî navçeya başûrê Sûriyê, û bal kişand ku rijêma Esed fermanên Îranê bicî dike û ew bi “çarçovek ji bo dagîrkariya Îranê re ” dabû nasîn.
Hevbendiyê daxwaz ji dewletên zilhêz û dostên gelê Sûriyê û dewletên çavdêrên çareseriya siyasî kiribû ku bi erkên xwe derbarê gelê Sûriyê rabin, û kar bikin ji bo vegerandina pêvajoya siyasî li ser riya wê ya durist û rawestandina kuştin û tawanan û serbestberdana girtiyan û pêkanîna veguhestina siyasî ligor biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv1.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendinê ya Niştimanî