Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ji Civaka Navdewletî xwest ku bi pirsyariya xwe rabe, armanckirina zarokan rawestîne, û serkirdeyên Rûsî ji pêkanîna tawanên bêtir derheqê zarokên dibistanan û sivîlan de jî bisekinin, herweha ji rêxistina Yûnsêf, Encumena Ewlehiyê, û hemû rêxistinên mafnas xwest ku zû tevbigerin ta vê armanckirina rêbazkirî derheqê zarok û fêrkirinê yekser rawestînin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wisa jî got:” Rawestana operasyona fêrkirinê û rijîna xwîna zarokan, encamên wê, tenê bêtirkirina tundrewiyê ye, herweha girtina asoyên çareyan li pêş xelkên milletê Sûrî ê birîndar e, zarokê Sûrî jî, mîna kesên dî yên qurbaniyên tirorê li cîhanê, hêja ne guhdanê “.
Firokên dagîrkerên Rûsî duh nîvro dibistana Ebî El- Ela El – Me`erî li bajarê Me`eret El – Nu`man li Gundewarê Idlibê dema ku xwe ji bo çûna malê amade dikirin armanc kir, di encamê de sê xwendevan ji pola dehan şehîd bûn, û bîst kesê dî birîndar bûn.
Dîdevanekî ji pirsyarên fêrkirinê li bajêr dibêje:” Ez saet dudo di cihê bumbebaranbûyî re derbas bûm, xwîn li cihê xwe bû, hindek perçeyên laşan li ser dîwaran bûn, çenteyên dibistanan li ser kursiyan bûn”.
Ev ne cara yekê ye ku firokên dagîrkerên Rûsî dibistan û saziyên fêrkirinê armanc dikin, firokên Rûsî hejmarek ji dibistnanan di heyva Cotmehê/Oktober de jî armanc kirin, herweha rêvebiriya Perwerdeyê li Xûta Rojhilatî jî ya bi ser Hikûmeta Demkî de Pênşemba bûrî armanc kirin.
Ev kuştara nû, di nav bumbebarankirinek rêbazkirî de ku dibistan û saziyên fêrkirinê li deverên rizgarkirî armanc dike tê, ew jî li gor raporên Netewên Yekbûyî di herdu salên bûrî de. Rejîma Esed û hevalbendê wî yê Rûsî, niha li ser xistina mezintirîn hejmar ji şehîdên zarok terkîz dike, ta ku wan û bavên wan ji berdewamiya riya xwendinê li ser dirêjahiya çar salan ji temenê şoreşê rawestînin.
Herweha ev kuştar di salvegera kuştara dibistana Hesekê ya sala bûrî di 15 Mijdara/2014an de tê, ku di encama avêtina bermîleke teqîner ji hêla firokeke komên çete yên Esed li ser gundê Til Leylan li Gundewarê parêzgeha Hesekê de, bi kêmanî bîst zarok hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî