Wezîrê perwerde û hînkirinê di hikûmeta Sûrî ya demikî de, Imad Berq, 2 biryarên giştî derxistine derbarê ezmûnên bawernameya bekelorya ya xula 2018, ya ku wê di 2/12/2017an de tomarkirina xwendekarên dibistanan her weha yên xwendina azad dest pê bike.
Ew biryara giştî ya numare 47, taybet bû bi ezmûnên qonaxa hînbûna bingehîn ya xola 2018, lê biryara wezaretê ya giştî ya numare 48 ji bo tomarkirina xwendekarên ezmûna bekeloriya bûn, bi herdû beşên xwe yên zanistî û yê wêjeyî her weha bekeloriya oldarî û ya bazirganî û ya pîşesazî ya xola 2018an.
Û zanyariyên derbarê xwendekarên dibistanan û yên xwendina azad û her weha derbarê dema ezmûn tê de çêbibin û dîrok û cihê tomarkirinê , û navendên ezmûnan û şert û mercên tomarkirina her beşekî xwendinê, û belgeyên ji her xwendekarekî tên xwestin, her weha belgeyên danasîna kesane di ezmûnên giştî de, di wan herdû biryarên giştî de hebûn.
Û ew herdû biryarên giştî yên belavkirî yên roja duşembê derketin, di heman dema ku wezîrê çandiniyê yê Hikûmeta Demkî Cemal Keleş, serdana kolîja Endazyariyê li Himsê ya bi ser zanîngeha Helebê ve kiribû.
Û wezîr di wê seredanê de li ser beşên kolîja Endazyariyê rawestiya, û li hewcedariyên wan ên ji bo berdewamkirina prosesa hînkirinê guhdarî kir, herweha wezîr li gel kadroyên dersdanê civiya, û girgtirîn astengiyên li pêşiya wan derdikevin hatin gengeşekirin.
Û wezîr di dawiya gera xwe ya şopandina rewşa hînkirinê de, spasiya kadroyên hînkirinê kir, û serkeftin ji xwendekaran re xwest, û tekezî li ser piştgiriya hikûmeta demikî ji kolîja endazyariyê ya Humsê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî