Ednan Cizûrî, wezîrê saxlemiya hikûmeta demkî tekez kir ku”peywendiyên me berdewam in digel Rêveberiya Saxlemiya Gundewarê Şamê sebaret çareseriya nexweşiya Tîfo, û got:”tûşbûyên vê nexweşiyê li gundewarê Şamê û bi taybetî li Xota Şerqî ji2000 heta 3000an in”. û di dîdarekê bi nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê re, got:” car heye nexweşiya tîfo bibe sedema mirinê, lê hîç zanyarî bi vê mirinê ne gihiştine wezaretê”. û Cizûrî amaje bi hindê kir û got:”nexweşiya tîfo ne li gundewarê Şamê bi tenê belave, belê di gelek deverên Sûriyê de heye, û sedema serekî ji belavbûna tîfo re, bikaranîna ava pîsbûyî bo vexwarinê yan bo avdaniya şînkayê xwarinê, û divê bilez bête çareserkirin”. Herwiha tekez kir ku:” Rêveberiya Saxlemiya Ggundewarê Şamê, pêdawîstiya xwe ji dermanan re hildaye wezaretê û wê bêne dabînkirin, lê zehmetî di gihandina wan de ye bi sedema dorpêça sepandî li ser wan navçeyan, lewra me daxwaz ji rêveberiyê kiriye bo dabînkirina dermanan û wezaret wê behayê dermanan bide.
Jêder:Hevbendî