Kampanya mangirtinê ya ji berî hevekê de berdewam e, û çalakvanên Sûrî û Ereb ji bêtir ji dewleteke Ewropî û Erebî têde beşdar bûne, tako fişarê bidine ser hêzên Rûsî û yên rêjîma Esed ji bo amanckirina herêmên niştecihan û bargehên bijîşkî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê rawestînin.
Daxuyaniyeke rojnamevanî evro sêşembê ji yên ko çalakî rêkxistin kirine derket, anî ziman ko kesên ketine mangirtinê bêtir bûne, ev mangirtin seroka encûmena xwecihî ya Helebê ya berê Birîta Hesen Hacî li Ferensa li jêr dirûşma ‘’em naxwin heta tawankariyê rawestînin’’ .
Daxuyaniya rêkxistingeran destnîşan kir ko ‘’kampanya hogirî û piştgiriyê ji karwan re bi pêşketina alavên wê re bi keda azadîxwazên li her cihî bêtir dibe, û bal kêşand ser ko bûye heft roj mangirtina helbestvana Îtalî Franşîska Skalînşî berdewam e, û her weha ya piştgirê Emrîkî Korî Stragan ji berî şeş rojan de, di heman dema ku hejmara kesên tevlî kampanyê dibin bêtir dibe. ‘’
Kampanî li hindir û derve berdewam e, ji bo raya giştî ya navdewletî bi hêz bike, û fişarê bide ser hêzên rêjîma Esed û hêzên Rûsî. Û hejmara yên li Tirkiyê ketine mangirtinê 24 çalakvan in.
Li Frensa 5 çalakvan beşdarî kampanyê bûne, li Elmanya 9, li Holenda 3 li Ingiltira 2 û li Siwêsra 1, her weha li Urdinê çalakvaneke Sûrî û 2 jinên Sûrî li Qeterê û du kes li Erebistana Siûdî.
Çalakvanan di banga xwe de daxwaz ji rêkxistinên mirovî û yên siyasî yên navdewletî kirin ko bi perbirsiyariya xwe ya sincî û yasayî rabin, bo sivîlan ji pencên bombebarana Rûsî rizgar bikin, û bizavê bikin ji bo biryareke navdewletî feriz bikin û vê hovîtiyê rawestînin. Û tekez kirin ko ew di tevgera aştiyane de berdewam in, heta bombebaran û kuştina zarokan û koçkirina sivîlan rawestin.
Tête destnîşankirin ko kampanya ‘’Roviya vala’’ ji Parîsê ji hêla Birîta Hacî li pêşberî bargehê Netewên Yekgirtî dest pê kir, û ew mangirtineke vekirî ye . Hejmarek Sûriyên azadîxwaz ragehandine ku heta nuha hejmara wan gihiştî 60 kesan ji Sûrî û Ereb û Biyaniyan.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî