Xwepêşandanên aştiyane ji bo serbestberdana Hemrîn Îdê berdewam in,îro 27/12/2014z, Demjmêr 10 ê sibehê li nava bajaê Amûdê li ser vexwendina Encumana xwecih ya bajarê Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûrî ENKS ve û alîgirên wê, xwepêşandanek hat li darxistin, tê de siloganên nerazîbûnê bilind bûn, û kiryarên revandina zarokan ji hêla partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve hatin şermezar kirin.
Mihemed Qiço cîgirê serokê Encumana Xwecih ya ENKS li Amûdê gotarek di pêşandanê de pêşkêş kir, û têde ev diyarde şermezar kir û doza berdana Hemrîn kir.
Qiço weha got “Ev kiryar nakevin berjewendiya gelê me, cihê van zarokan dibistan in ne çeperên şer in”.
Qiço di gotina xwe de tekezî li ser yekrêziya kurdan kir û doza cîbicîkirina rêkeftina Dihokê kir.
Tê zanîn ku Hemrîn Îdê keçek 15e salî ye, ji hêla dezgehên bi ser partiya Yekitiya Dîmuqrat PYD ve roja sêşemê 23-12-2014 hatiye revandin, û ta anha çarenivîsa wê nediyar e.