Bi dehan ji xelkên bajarê Cerablisê ya bi ser parêzgeha Helebê ve duh yekşemê derketin xwepêşindaneke sivîl ji bo piştgiriya xelkên Dêra Zorê ya ko niştecihên wê rojane ji hêla hêzên rêjîmê yê piştgirtiye ji Rûsya û ji aliyê hêzên QSD ve jî yên ji Emerîka piştgirtî ne bombebaran dibin.
Dora 100 kesî ji çalakvan û sivîlan li meydana “Elşuheda ”li bajarl cerablus kom bûn û xwepêşandan kirin û “Tawankariyên çêdibin” derheqê xelkên Dêra Zorê ji hêla firokên cengê yên Rûsya û rêjîmê û Hevpeymana navdewletî pirotesto kirin.
Xwepêşinderan ala şoreşa Sûriyê û diruşmên ko kuştaran pirotesto dikin û rêzê li şehîdên bombebarana asmanî digirin hildabûn, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko sivîlan biparêzin.
Çalakvanên Sûrî kampaniyak ragehandinê li ser malperên danûstandina civakî bi navê “Holokosta Dêra Zorê” belav kiribûn, tako rewşa bilindbûna hejmara qurbaniyên sivîl ji cîhanê re diyar bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê êrîşên têne ser sivîlên Dêra zorê pirotesto kirin, û encûmena xwecihî ya Dêra Zorê ji Netewên Yekbûyî û emîndariya Encûmena Mafên Mirovan û serpereştiya hevpeymana navdewletî xwest ko xwe bidin ber berpirsiyariyên xwe yên yasayî û sincî derbarê parastina sivîlan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart