Îro roja pêncşemê û li ser vexwendina Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştimanî ya kurd û li jêr diruşma “Mehebad carek din radipere …û çarçira sirûda Ey Reqîb dibêje”, xelkê bajarokê Girkê Legê çalakiyek lidar xistin bi rawestana li ser şeqam û kolanên bajêr û girtina dergehên dikanên xwe dema çariyekê, ji demjmêr 11ê sibê heta 11:15 , bi bilindkirina wêneyên Ferînazê, wek piştgirinekê ji Serhildana Mehebadê re û şermezarkirina tawanên rêjîma Iranê li dijî Gelê Kurd.
Li aliyekî din bo roja zimanê kurdî ku sibe înê 15 gulanê roja wî ye, li êvariya îro roja pêncşemê û bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên kurd, ahengekek li hola Encûmena Niştimanî li bajarokê Girkê legê hat lidarxistin, û têde çendîn peyv hatin pêşkêşkirin, bal hat kişandin li ser siyasetên rêjîmê yên nijadperest û qedexekirina wê ji Zimanê kurdî re, û herwiha amaje bi şoreşa Sûriyê û rola wê di guhdan û vejandina Ziman û kêşeya kurdî bi giştî di Sûriya de hat kirin.
Jêder: Hevbendî