Koçberên Minbic li gundewarê Helebê yê bakur daxwaz kirin ko milîtanên PYD ji bajêr derkevin, û tekezî li ser mafê vegera bo herêmên xwe yên ko ew milîtan kontrrol dikin kirin.
Di kongirê ko çalakvaniyên siyasî û sivîl yên bajarê Cerablis li gundewarê Helebê yê rojhelat lidar xist , serokê komîta bicihînana aramiyê ya kongir saz kiriye, Minzir Elselal, ji toreya Beledî News re anî ziman ko amanc ji kongir ew e, civaka navdewletî bi derdê xelkên Minbic hest bibe, û tekezî li ser mafê wan bo vegera bajrê wan ê ji hêla milîtanên PYD dagîrkirî ye kirin.
Elselal tekezî li ser yekbûna xelkên bajêr Ereb, Kurd, Turkuman û Şerkes kir û got ku ew aramiyê dixwazin, û bang li desthilata Tirkiyê û ya Emerîka kir ‘’ko xelkên bajarê Minbic li malên wan vegerînin û dagîrkeran ji wir derînin’’, û destnîşan kir ko xelkên Minbic qubaniyên herî mezin di şerê li dijî tirorê li Idlibê danîne.
Daxwaza koçberên bajarê Minbicê ji mafê vegerê re hatiye, di heman dema gotûbêjên herdu serokan yê Emerîka û Tirkiyê yên duh pêncşembê bi telefonê li ser rewşa Sûriyê bûn, û pêrabûnên derbarê herêma Minbic û parêzgeha Idlib, piştî ko yekem dewriya wan ya hevbeş bi hev re derket.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî