Encûmena xwecihî ya bajarê “ Qel’et Elmedîq ” ya bi ser parêzgeha Hemayê ve, duhî roja sêşemê daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçberên neçarî yên li hemû navçeyên welêt ji rêxistinên mirovî kir.
Ku li demên borî çend hilmetên koçberkirina neçarî yên berfereh ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê li dijî xelkê Xûta Rojhilatê Şamê û gundewarê bakurê Himusê û başûrê Hemayê hatibûn pêkanîn, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, heman kiryar bi guhertina demografî dabûn zanîn û herwiha bi rajedariya pirojê Îranê dîtibû.
Di daxuyaniya Encûmena xwecihî de hatiye ku “êdî bajar nema têra koçberan dike, bi sedema zêdebûna hejmara wan, ku deregehên xizmetgozariyê ji wan hatine dagirtin, nemaze ku kamp ji beşekî mezin re ji aliyê rêxistinên medenî nehatine peydakirin”.
Encûmenê gotiye ku “bi sedên xêzanên koçber li hêviya dabînkirina kampan dimînin, hevdem ligel baredoxên mirovî yên xirab yên bûne sedema koçberiya wan ji cih û mal û xaniyên xwe, û ligel hatina heyva Remezanê û bilindbûna pilên germê derdeseriyên wan zêdetir dibin.
Û duhî roja sêşemê, zêdetir ji 1900 koçberî ji bajar û bajarokên bakurê Himusê û başûrê Hemayê gihiştin bajarê “Qel’et Elmedîq” ya li rojavayê parêzgeha Hemayê.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza aktivkirina dadgeha tawanên navdewletî ya bêalî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer ji civaka navdewletî Kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî