Duhî roja sêşemê xwebexşekî bergiriya sivîl li bajarê Xanşêxon şehîd ket, û yekî din birîndar bû, ji encama êrîşeke firokên Rijêmê li ser bajarê Xanşêxon li gundewarê başûrê Idlibê.
Rojnameya “Beledî News” li ser zarê berpirsê ragihandinê yê rêveberiya bergiriya sivîl li parêzgeha Idlibê “Ehmed Şêxo”, gotiye: ku ” xwebexşê qehreman û şehîdê mirovîhiyê (Bişar Dido) şehîd ket, dema bi erkê xwe yê mirovî radibû, û xwebexşekî din birîndar bû û niha tendirustiya wî baş e”.
Û bal kişand ku li nêzîkî demjimêr yekê piştî nîvro, navenda bergiriya sivîl li bajarê Idlibê ji aliyê firokên şer û hilîkopterên Rijêmê bi bombeyên teqîner û çend mûşekan hat bombebarankirin”.
Û Şêxo diyar kir ku piştî demeke kêm heman navend ji aliyê firokeke soxoyî 24 hat bombebarankirin, û bal kişand ku çend sivîl bi sedema wê yekê birîndar bûn.
Û tekez kir ku tîmên nojdariyê yên bergiriya sivîl bi hawara sivîlan ve hatine, hevdem ku heman cih careke din ji aliyê firokeke şer hat armanckirin , li dema ku tîmên bergiriya sivîl bi erkê xwe yê mirovî radibûn, û têde karmendên wê hatin bombebarankirin.
Hevdem gundewarê Idlibê rastî oparesyoneke leşkerî ji aliyê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê dibe, û êrîşên firokên şer û hilîkopteran bo du rojên berdewam li ser gundewarê başûr û rojhilatê Idlibê zaftir dibin, û bûne sedema ketina bidehên şehîd û birîndaran.
Û pêleke koçberiyê ya mezin li navçeyê peyda bûye, bi sedema vê oparesyona leşkerî, hevdem ku desteya danustandinên Sûriya daxwaza pabendiyê bi biryarên NY dike, û daxwaza rawestandina bimbebarankirinê û rakirina dorpêçkirinê ji ser bajarên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirivî bo xelkê pêwîstdar li gor biryara navdewletî 2254 dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî