Nûnertiya Ewropa ya ENKSê “Xwecihiya Başûrê Elmaniya” duhî li roja şemiyê konfiransê xwe yê salane li bajarê Norinbêrg bi beşdariya hejmarek kesayetiyên niştimanperwer yên serbixwe û bi amadebûna şanda nûnertiya Ewropa bi serokatiya berêz Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiyê û Welîd Hemo serokê nivîsîngeha encûmenên xwecihî û xatûn Necah Hêvo endama nûnertiyê lidar xist.
Serokê nûnertiyê hat li ser behsa rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî ya hevdem ligel berdewamiya şer û wêrankariyê li tevahiya Sûriyê tevî lidarxistina çend kongirên navdewletî ji bo dîtina çareseriyek siyasî ji bo kirîza Sûriyê ku heta niha çi aso nînin ji bo çareseriyê ji ber nebûna îradeyek navdewletî ya rasteqîn, û herwiha sûrbûn û pêdagiriya Rijêmê bi wêrankirina Sûriyê û kuştina gel û pêkhateyên wê, û tekezî li ser beşdariya ENKSê li kongirê Cinêvê kir, di çarçovê şanda opozisyonê de li ser zemîneyeke hevbeş ya rasteqîn ji bo dijberiya rijêma Esed û rûxendina wê û derbaskirina doza gelê kurd wek bendeka serekî di danusatandinên Cinêvê de.
Herwiha Şêxmûs hat li ser behsa êş û derdeseriyên gelê kurd yên hevdem ligel berdewamiya siyasetên terorîstkar yên PYDê û milîsên wê di derheqa ENKSê û serkirdayetiya wê û ya partiyên wê de ji revandin û kilîtkirina nivîsîngehên wê û zindanîkirina xanim Fesla Yosif cîgira serokê ENKSê û berêz Muhsin Tahir û Emîn Hisam û Neşat Zaza û bi dehên endamên din yên ENKSê û partiyên wê.
Û Şêxmûs behsa giringiya karakirina encûmenên xwecihî li sercem dewletên Ewropa nemaze piştî koçberkirina neçarî ya gelê kurd ber bi Ewropa de kir, herwiha bangewaziyek da revenda kurd li Ewropa ji bo bi rola xwe rabin ji bo aktîvkirina ENKSê ku bitenê gerantiyek rasteqîn e ji mafê netewî yê gelê me re li Sûriyê.
Li dawiyê çend kesayetiyên serbixwe ji bo encûmena xwecihiya başûrê Elmaniya hatin helbijartin ji bo beşdar bin ligel partiyên encûmenê ji bo karakirina rola encûmenê li Ewropa.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî