Encumena Xwecihî ya bajarê El-Hole li bakurê Humsê Doh roja Yekşemê, bankeke hawargihandinê araste kir, bo fişar li rêjîma Esed û Rûsya bên kirin da helmeta asîmanî ya ku ev sê roj in deverê dike armanc rawestînin, ku di encam de 27 kes hatin kuştin, û hejmara birîndaran gihiştiye 122 kesan ku di nava wan de birîndarên bîrînên wan giran hene û zehmete çareserî ji wan re bê dabînkirin.
Wê banga ku hejmarek ji encumenên xwecihî li derdora devera El-Hole li Gundewarê Humsê yê Bakur îmze li ser kiribûn destnîşan kir, ku piraniya nexweşxanyên meydanî bê madeyên pijişkî yên sereke ne, û piraniya wan rastî topbarana yekser ji aliyê balafirên cengê hatine, û jêrxaneya wan ya sereke hatiye jinavbirin.
Bangê daxwaz ji dezgehên civaka sivîl û Neteweyên Yekbûyî û Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê û Hikûmeta Demkî kir ku “Devera El-Hole bête ragihandin wek devereke bobelatlêbûyî bi hemû pîvanên mirovatiyê“, û Civaka Navdewletî bi wê yekê tometbar kir ku ew “Berpirsyaretiya yekser der barê xwînrijandina dibe” hildigre.
Wê bangê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bilez “Opreasyona topbarankirina bi awayekî sîstematîk li ser malên sivîlan tê kirin” rawestîne, û bihêle ku alîkariyên mirovî derbasî bajar bibin, û bi taybetî madeyên pijişkî bo rizgarkirina derdora 60 hezar welatiyên sivîl yên dorpêçkirî li wî bajarokî.
Tê zanîn, ku balafirên cengê sibehiya Doh, avahiyên devera El-Hole bi rokêtên feraxî topbaran kirin, di heman dema ku ew dever ji aliyê topxaneya rêjîma Esed dihat topbarankirin.
Wê banga hawargihandinê diyar kir ku reşwşa tenduristî li El-Hole gelekî xerab e, ji ber zêdebûna hejmara birîndarên sivîl li devera ku rastî dorpêçkirina Esed tê, û daxwaz kir ku hemû desteyên mirovî derbasî vê mijarê bibin da ku sivîlên birîndar derxin derveyî deverê ji bo bêne çareserkirin, ji ber ku derfeta çareserkirina wan li hundir nîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Encumena Parêzgeha Humsê, şeva Şemî- Yekşemê, nameyek ji Alîkarê Sekretêrê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovahî, Stephen O’Brien re şand, ku têde behsa rewşa xizmetguzarî, pijişkî, û mirovahî ya ku taxa El- We’r zehmetiya wan dikşîne hate kirin.
Serokê Encumena Parêzgehê “Emîr Ebdilqadir” di nameya xwe de amaje bi rewşa xwarinê kir, ku rêjîma Esed ji meha Avdara borî ve nahêle ku kerwanên alîkariyan û nan derbasî taxê bibin, û vê yekê hişt ku hejmara nexweşên tûşî kêmxwariniyê bûne zêde bibe.
Di wê nameyê de, behsa dorpêçkirina taxê hatibû kirin, ya ku derdora 100 hezar welatî têde dijîn çi derbider û çi welatiyên resen yên taxê, yên ku Hêzên rêjîma Esed ji 4 salan ve ew dorpêç kirine, û tenê dihêlin ku xwendevanên zanîngehê û fermanber derkevin, di heman dema ku rastî girtina bêserûber tên.
Nameyê behsa nehiştina rêjîmê ji derbasbûna madeyên pijişkî re kir, ku ev du sal û nîv in nehatine derbaskirin, ji ber vê yekê herî dawî du zarokan jiyana xwe jidest dan ji ber kêmbûna dermanan, û jinek û zilamek ku nexweşên şûştina kurçikan bûn wan jî jiyana xwe jidest dan, û vê dawiyê hin zarokên kêmendam û nebiserêxwe çêdibin.
Di nava nameyê de, wêneyên zarokên ku tûşî kêmxwariniyê hatibûn hebûn, û behsa aliyê derûnî yê ku sivîl zehmetiya wê dibînin hate kirin, di dema dorpêça ku li ser wan hatiye ferzkirin, û nebûna binemayên jiyanê yên sereke mîna av û elikitrîkê, û nebûna karên xizmetguzariyê ji ber topbarankirina berdewam.
Herwiha di encama topbarankirina rêjîmê ji taxê re hejmarek ji sivîlan birîndar ketin, lê hinekî din jiyana xwe jidest dan di heyama rojên derbasbûyî de, di heman demê de Encumena Parêzgeha Humsê daxuyaniyek derxist têde Neteweyên Yekbûyî bi wê yekê tometbarkir ku fişarê li rêjîma Esed nake derbarê pabendbûna wî bi rêkeftinên girêdayî bi taxa El- We’ir.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, di lêdwaneke berê de diyar kiribû ku Rûsya û rêjîma Esed dixwazin Şoreşê û Şoreşvanan bixin rastî du bijardeyan, yan wê bi mercên Esed di danûstandinên Cenêvê de, û redkirina wî ji avakirina Desteyeke Hukmranî veguhêz li gor beyanameya Cenêvê û biryara 2254 razî bibin, yan berdewamiya topbarankirin û wêrankirina bajaran û hemî baregehên xizmetguzarî û pijişkî.
Jêder: Hevbendî