Encûmena xwecihî ya bajarê Heresta li rojhilatê Şama paytext, duhî roja duşemê, şehîdbûna 52 sivîlan û birîndarbûna zêdetir ji 150 sivîlên din eşkere kir, bi sedema bombebarankirina pir ji aliyê hêzên Rijêmê di heftiyekê bitenê de.
Serokê encûmenê Husam Beyrûtî di kongirekî rojnamevanî de li Xûta rojhilat got ku Heresta bi zêdetir ji 250 êrîşên esmanî bi mûşekên lerzandinê ku her yek ji wan nîvekî avahiyê wêran dike di navbera 29 çileyê pêşiya borî heta heftê heyva niha hat bombebarankirin.
Beyrûtî got di heman demê de taxên nişteciyan bi zêdetir ji 315 mûşekên erd- erd û bidehên bombeyên napalim û bi zêdetir ji 1500 topên hawinan hat bombebarankirin.
Beyrûtî got ku bi sedema êrîşan 40 avahî bi carekî yan bi awayekî beşekî hatine wêrankirin, û herwiha bi sedema ziyanên bi egera bombebarankirinê bi carekî saziya eletrîkê ji kar ket, û ligor Beyrûtî ku ziyanan li 3 dezgehên avê bûye û ziyan gihiştine tora ava vexwarinê li 23 deverên ciyawaz.
Beyrûtî tekez kir ku nêzîkî 2800 malbatî li Heresta dijîn, di dema tinebûna xizmetgozariyan û çavdêriya tenduridtî û belavbûna nexweşiyên pişê û yên çerm ji encama gemarê, û navborî diyar kir ku encûmena xwecihî ji ber berdewamiya bombebaranê nikare xizmetên xwe pêşkêş bike û bi zehmetî karin saxbîriya pêwîst peyda bikin.
Serokê encûmena xwecihiya Heresta bal kişand ku xelkê bajêr û doruberê wî roja 4’ê heyva çile ya îsal jibîr nakin, û got ku wê rojê bi berdewamiya 15 demjimêran bajar bi zêdetir ji 700 bombeyan hate bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî