Encumana Xwecihî ya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, duh 10 vê heyvê civînek li dar xist, têde hin biryarên rxistinî û siyasî dan li gor ku Bozan Ebdella endamê ENKS ji me re ragihand.
Ebdella ji mere da zanîn ku Xwecihiya Kobanê di civîna xwe de li ser rewşa xelkên li hindir û derveyî bajêr rawestiya û balkişand ser rewşa xerab ya welatiyan.
Ebdella diyar kir ku xwecihiyê tekezî li ser pêwîstiya milet bi alîkariyan kir, û divê rêxistinên mirovî bi rola xwe di berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan de rabin.
Sebaret alîkariya ku komela Barzanî ya xêrxwaziyê pêşkêşî xwecihiyê kiribû Ebdella got ku “120 ton ard hazire lê ta niha rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê rê nedaye ku derbasî nava bajêr bibe”.
Her wiha Ebdella nîşan da ku Xwecihiya Kobanê biyara çapkirina 3000 pirtûkên zimanê kurdî da, da ku li dibistanên Sûrî li Tirkiyê belav bibin.
Jêder: Hevbendî